DYA: li Ûkraynayê parçeyên mûsekên Koreya Bakur hatin dozîn

DYA: li Ûkraynayê parçeyên mûsekên Koreya Bakur hatin dozîn

PeyamaKurd - Ajansa Sîxuriya Parastinê (DIA) ya Wezareta Parastinê (PENTAGON) ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) angaşt ku parçeyên mûşekên Koreya Bakur li Ûkraynayê hatine dîtin.

DIAyê, bi ser malpera xwe ya fermî, raporteke bi sernavê "Koreya Bakur hêrişên mûşekî yên Rûsyayê yên li dijî Ûkraynayê çalak dike" weşand.

Di raportê de hat destnîşankirin ku parçeyên mûşekên balîstîkî yên li gelek herêmên Ûkraynayê hatine dozîn yên Koreya Bakur in.

Teqemeniya mûşekên balîstîkî

Di raportê de hatiye gotin ku li gorî dîmenên ku di meha Çileyê de ji aliyê pisporên DIAyê yên li herêma Xarkiv a Ûkraynayê ve hatine lêkolînkirin, teqemeniya ku li wê derê hatiye dîtin a mûşekên menzîla kurt a Koreya Bakur e.

Di raportê de wiha hate gotin: "Lêkolîna keresteyên teqemenî yên ku di dîmenan de têne dîtin nîşan didin ku bermahiyên mûşekên ku li Ûkraynayê hatine dîtin, ên mûşekên balîstîkî yên Koreya Bakur in û ev dozîn nêzîkî teqeziyê ye."

Pêwendiyên Pyongyang û Moskowê

Di raportê de her wiha bal li ser pêwendiya Pyongyang û Moskowê ya pêşxistin û xurtkirina dualî hatiye kêşan û wiha hatiye gotin, "Di encama zêdekirina pêwendiyên di navbera her du welatan de, hewldanên Pyongyangê yên ji bo pêşxistina şiyanên nû yên leşkerî, ji aliyê Rûsyayê ve têne piştgirîkirin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin