PeyamaKurd – Di demeke ku pêşveçûna hêzên rûsî di nav xaka Ûkraynayê de berdewam dike de, Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsyayê li ser êrîşa artêşa Rûsyayê ya ragihand ku hêzên wan 74 baregehên leşkerî ku di nav de balafirgeh jî hene ji nav birine.
Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê Îgor Konaşînkov li ser şerê ku ji piştî fermana Pûtîn îro danê sibehê dest pê kiriye got ku hêzên wan 74 baregehên leşkerî ruxandine ku 11 ji wan yên balafirên şer bûn.
Herwiha hat diyarkirin ku hêzên rûsî helîkoptereke leşkerî û 4 balafirên bêmirov ên Ûkraynî xistine xwar.
Li aliyê din artêşa Ûkraynayê jî ragihandiye ku hêzên wan 50 leşkerên Rûsî kuştine, hejmarek jî dîl girtine û 6 balafirên Rûsyayê jî hatine xistin.
Li gorî çavkaniyên Ûkraynayê niha li derdora kargeha depokirina bermayiyên nukleerî ya Çernobilê şerekî dijwar rû dide ku hêzên rûsî hewl didin kontrol bikin.
Çavkaniyên ji nav Kîevê jî nûçe û zanyariyên cuda derbarê ziyanên hêzên Rûsyayê de parve dikin ku li gorî wan zanyariyan 3 helîkopterên rûsî li nêzîkî Kîevê hatine xistin û 15 tankên rûsî hatine jinavbirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin