Serokwezîr Barzanî bi Hakimê Fuceyre re pêwendiyên Kurdistan û Îmaratê gotûbêj kir

Serokwezîr Barzanî bi Hakimê Fuceyre re pêwendiyên Kurdistan û Îmaratê gotûbêj kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya Îmaratê de, îro 14ê Sibatê bi Hakimê Fuceyre Şêx Hemed Bin Mihemed El Şerqî re civiya.

Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Îmaratê ligel Hakimê Fuceyre Şêx Hemed Bin Mihemed El Şerqî hevdîtin kiriye û diyar kir, di civînê de pêşvebirina pêwendiyên navbera Îmarat û Herêma Kurdistanê hatiye gotûbêjkirin.

Hat eşkerekirin ku di civînê de tekezî li girîngiya bihêzkirina hevkarî û hevahengiya navbera herdu aliyan hatiye kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro Sêşemê di çarçoveya beşdarbûna Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan a li Dubey de, bi Sekreterê Giştî yê Encûmena Alîkariyê ya Welatên Kendavê Casim Mihemed Elbidêwî re jî civiyabû û pîrozbahiya destbikarkirinê lê kiribû.

Herwiha Sekreterê Giştî yê Encûmena Alîkariyê ya Welatên Kendavê, Herêma Kurdistanê ji bo beşdariya civîna Encûmena Alîkariyê ya Welatên Kendavê vexwend û daxwaza welatên Kendavê ji bo pêşvebirina zêdetir a pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê, dubare kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin