PeyamaKurd-Îro di çapemeniyê de, hem adi temamê çapemeniyê de hat ragihandin ku hêzên rejîma Sûriyê ketine navçeya Amîrahê ku li ser bajarê Munbicê ye. Rêvebiriya Munbicê di destê HSDê de ye û heya niha neguhiriye. Di mijara ku hêzên rejîmê ketiye Munbicê an navçeya Munbicê Amîrahê de wezareta bergiriyê ya Tirkiyê peyamek da çapemeniyê. Peyam ji aliyê mijarê de balkêşe. Peyam weha ye:
“Ew tevgera ku behsa wê tekirin, tevgera rejîma Sûriyê ye ku ji sala 2017an û vir de, hêzên wan yên ku li wê deverê ne. Qewimandinên nû tên şopandin.”
Li gor peyama wezareta Tirkiyê heya niha ti hêzekî rejîmê nehatiye bajarê Munbicê. Yên ku hene ji salekî zêdetire ku li herêmê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin