Mazlûm Kobanî: HSD li ser seqamgiriya ti welatekî cîran ne gef û metirsî ye

Mazlûm Kobanî:  HSD li ser seqamgiriya ti welatekî cîran ne gef û metirsî ye

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê HSDê General Mazlûm Kobanî diyar kir, HSD li ser seqamgiriya ti welatekî cîran ne gef û metirsî ye.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Kobanî li ser Twitterê peyamek belav kir û da zanîn, HSD hêzeke Sûrî ye û erkê wê parastina destkeftên elê Sûriyê ye.

General Mazlûm Kobanî destnîşan kir, ew pabend in bi erkê xwe yê li gel Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê û got: “Em bibîr dixin, HSD hêzeke Sûrî ye ku erkê wê parastina destkeftên gelê Sûriyê ye û ne hêzek e ku gef be li ser seqamgiriya cîranên xwe û nabe jî.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin