PeyamaKurd –Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, roja 29.08.2021 li nivîsîngeha xwe ya li Hewlêrê, bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re û xanima Rêwaz Fayiq Seroka Parlametoya Kurdistanê, bi Serokê Fransa Emmanuel Macron û şanda bi wî re civiya.
Di civînê de, rewşa giştî ya Iraq û navçeyê, kongreya alîkarî û hevbeşiya li Bexda ku do bi beşdariya hejmarek ji serkirde û berpirsên bilind ên welatên cîranên Iraq û navçeyê û Serok Macron birêve çû. Pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistan û Fransa û warên alîkariyên hevbeş, metirsiyên teror û gefên DAIŞê û rûbirûbûna wê, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, rewşa Sûriye û pirsa Kurd hat guftûgokirin.
Serok Macron ji bilî balkişandina bi pêwendiyên dêrînên Fransa û gelê Kurdistanê, berdewamiya piştgîrî û hevkariya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kir, her wiha pesnê Herêma Kurdistanê, rola Pêşmerge û Serok Mesûd Barzanî ya li têkşikandina DAIŞê de kir.
Herwiha di civînê de pesnê piştgiriya berdewamiya Fransa li Herêma Kurdistanê kirin û tekez li ser girîngiya karkirin û hemahengiya li gel Fransa û civaka navdewletî ya ji bo çareserkirina kêşeyên Iraqê bi giştî û kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê bi taybetî, herwiha rola erêniya Fransa û hewlên wê yên bi navê asayîş û aramiya navçeyê da, bilind hate nirxandin.
Rewşa koçber û penaberan û pêkhatên li Herêma Kurdistan û Iraqê, girîngiya bi cîhkirina rêkeftina Şingalê û rêxweşkirina bi mebesta vegerandina koçberan ya ji bo navçeyên wan, mijareke dinê civînê bû ku tê de birêzan Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê, Cîgirê Serok Wezîr û hejmarek ji berpirs û Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransa, li aliyê Fransî jî birêz Wezîrê Derve û hejmarek ji berpirs û şêwirmendên dîplomasî û serbazî û Balyozê Fransa li Bexda û Konsolê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê beşdar bûn.
Piştî civînê jî Serok Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron, li civîneke rojnamevaniya hevbeş da ji bo rojnamevanan qala naveroka civîna xwe kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî di civînê de da zanîn:
Êvara we baş,
Xweşhalîn ku li Hewlêr pêşwaziya Serok Macron dikîn. Bi navê gelê Kurdistanê ve bi germî bixêrhatina cenabê we ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê dikîn.
Cenabê Serok gelek bixêrhatin.
Li civîna me ya îro de, me behsa pêwendiyên her du aliyan kir, rewşa siyasî û emnî li Iraq û Herêma Kurdistanê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê me guftûgo kir. Di derbarê pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî û pêşbîniyên paşerojê de me danustandina bîr û ramanan kir. Me tekez li ser pêşxistina pêwendiyên xwe û berfirehkirina hevbeşî û alîkarî û berdewamiya piştgîriya Fransa ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê li şerê dijî terorê da kir.
Di vê rewşa hestiyar de û di demek de ku Iraq ber bi pêncehemîn xula hilbijartinên niştimanî ve diçe, serdana Serok Macron ya ji bo Bexda û Hewlêrê gelek watedar e û peyameke zelal ya berdewamiya piştgîriya Fransaye ji bo proseya demokrasiya li Iraq û Herêma Kurdistanê. Em bi pêzanîn û girîngiyeke mezin ve li vê serdana wan dinêrîn.
Cenabê Serok, we rola serekî û yek alîker ya li komkirina serkirdeyan û encamdan û serxistina kongreya lûtkeya Bexda de hebû. Gelek spas ji bo wê destpêşxeriya girîng û ji bo piştgîriya cenabê we ya li Iraqê. Hêvîdar in encama kongreyê bibe sedema aramiya Iraq û navçeyê bi awayeke giştî û bi berdewamiya hewl û piştgîriya cenabê we, nakokî û kêşeyên navçeyê, hêvîdarîn çareser bibin.
Wekî bîranîneke pêwîst, gelek spasî helwest û rola Serok Macron ya li çareserkirina aloziyên payîza 2017 ya li gel Bexda û vekirina dergehên guftûgoyên siyasî û dîplomasiyê bi rûyê Herêma Kurdistanê da dikim. Hevkariya cenabê we, Hewlêr û Bexda guftûgoyê destpêkirin û hev du têgihiştin û aramî dirust bû.
Me li Iraqê pêwîstî bi yarmetiye ji bo rûbirûbûna DAIŞê ku hê jî li Iraq û navçeyê û cîhanê jî metirsiyeke rasteqîn e. Pêwîstiya me bi yarmetiya ji bo çespandina aramiya bihêzkirina demokrasî û çalakkirina sazî û damezraweyên dewletê, yên ji çaksazî û pêşketinê, ji bo beşdarî û hevbeşiya pêkhatan li desthilat û birêvebirina welat da heye, ji bo bihêzkirina pêkvejiyan û ji bo wê yekê hemû pêkhat bi taybetî Krîstiyan û Êzdî hest bi bawerî û piştrastiyê li vî welatî da bikin.
Ji bo wê yekê çavê me li berdewamiya karê pêkveyî û piştgîriya Fransaye wekî hêzeke bi bandor û endamê hemdemî ya li Encumena Asayîşa Navdewletî ku pêgeh û roleke çalak heye li ser asta cîhanê li rûbirûbûna terorê û bandorên guhertinên keşûhewayê de.
Di warên aborî, enerjî û bazirganî, kultûrî, akademî û zanistî û pêwîstiyên din ê welat de, Iraq û Herêma Kurdistanê dikarin hevbeşeke başê Fransa bin. Kompanyayên Fransiyan dikarin beşdariyeke bihêz li pêşxistin û geşkirina kar û projeyên li Herêma Kurdistan û Iraqê de bikin û dikarin veberhênan û sermayeguzariyê bikin, li vî derbarî de hemû piştgîrî û hêsankarî li Herêma Kurdistanê da tê dabîn kirin.
Dubare cenabê Serok gelek bixêrhatî Herêma Kurdistan û Iraqê.
Mêrsî.
Serok Macron li gotara xwe de diyar kir:
Spas… Gelek spas ji bo vê guftûgoyê, li gel cenabê we û Serokê Parlemen û Serok Wezîr û Cîgirên Serokê Herêmê, gelek spas ji bo hemû aliyek. Bi rastî ji aliyê min ve girîng bû ku li gel we da bim û xweşhal im jî li Hewlêr im.
Dostayetiyeke taybetî li navbera Fransa û Kurdistanê de heye. Gelê Kurd dostayetiyeke bihêz li gel gelê Fransa heye. Ev pêwendiya civakî û çandî ya xwe hebû, bi taybetî jî dema serbazên me hatin vir û mil bi milê hêzên Pêşmerge û asayîşa Iraqê bûn û hemahengiyê kirin, ew peywendî bihêztir bûn.
Dikarim bibêjim serbazên me li gel HSD jî roleke baş dîtin. Îro careke din hevsoziya gelê Fransa min ji bo Serok Barzanî dûpat kir û min piştrastiyê li berdewambûna me ya li hevkarîkirina li şerê dijî DAIŞê de kir, ji bo wê yekê ku DAIŞ li tixûbên Iraq û Sûriye serî hilnede, ji ber ku ev şer pêwendîdare bi asayîşa Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê û Ewropa jî.
Herêma Kurdistanê camêriyê nîşan da, beramber wan koçber û penaberên li Sûriye û navçeyên din ê Iraqê ve li Êzdî û Sûriyan rû li navçeyê kirin. Fransa jî li gel we da bû li yarmetîdana koçberan. Fransa camêr bû li wê hevkarîkirinê û li rojên paşerojê de jî hevkariya hikûmetê digihîne, nexweşxaneya qurbaniyên kîmyabarana Helebçeyê. Li vî derbarî de hemahengiya me berdewam dibe.
Do jî ji bo Serok Wezîrê Iraqê min dûpat kir ku pêwîst e pêwendiyên me ber bi berjewendiya xelkê bê, bi taybetî jî hemû hewlek bidîn bi navê koçber û penaberên vir da. Li babeta Şingalê da jî Herêma Kurdistanê li ser hêl bû, êdî li gel Hikûmeta Iraqê jî bi me hemûyan hewla dirustkirina bingeheke wiha ne ku wî xelkî vegerînîn ser warên xwe. Ji bo Krîstiyanan jî bi heman awayî li destê me bê encam didîn ji bo vegerana wan. Li babeta Rojava jî bi heman awayî li gel we dibîn ji bo ku ew xelk vegerê ser warên xwe. Bi giştî jî girîng e keşêkî aştevayî di navçeyê de dirust bikîn. Em li gel aramiya navçeyê ne û li gel ew ê aştî bê bidestxistin.
Girîng e lehengên vê navçeyê ji bo vê mebestê pêkve kar bikin, ewên do di konferansê de beşdar bûn, Serok Wezîrê Iraqê û berpirsên din ê welatan, bi girîngiyê ve hemahengiyê ji bo rûbirûbûna terorê bikin û rola Kurd jî li ber çav bê girtin ku we roleke girîng li vî warî da heye. Gelek xweşhal bûyîn ku îro li gel Serok Nêçîrvan Barzanî û Serok Wezîr Mesrûr Barzanî civîyayîn.
Di demeke nêzîk de jî li gel hêzên Pêşmerge dicivim, dixwazim wefaya Fransa ya ji bo we û dostên we, bi giştî ji bo Kurdan piştrast bikim.
Gelek spas Serokê Herêm, Gelek spas ji bo we.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin