PeyamaKurd - Li navçeya Curnê Reş ya bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê du malbatên xizmên hev pev çûn û di encamê de 5 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin ku li gundê Omerlî yê Curnê Reş ji ber sedemeke nehatiye zanîn, endamên du malbatan bi çekan êrîşî hev kirine û 5 kes ji her du malbatan birîndar bûne ku birîna yekî ji wan giran e.
Piştî bûyerê tîmên tendirustiyê û hêzên ewlekariyê çûn cihê bûyerê û kesên birîndar ji bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin