Vatîkanê yekem car ceza da kardînalekî

Vatîkanê yekem car ceza da kardînalekî

Peyama Kurd – Li Vatîkanê, di keyzeke gendeliyê de kardînalê bi navê Angelo Becciu hate cezakirin. Bi vê cezakirinê Angelo Becciu kete dîroka Vatîkanê, lewre Becciu bû yekem kardînalê ku bi gendelîyê hate tawanbarkirin û cezakirin.

Kardînalê berê Angelo Becciu ku di heman demê de şêwirmendê Papa Francisê serokê Vatîkanê bû, bi tawanbarîya henardeya ne li rê hate darizandin û di encama darizandinê de cezayê 5 sal û 6 mehan stand. Her wiha Becciu cezayê heta hetayê ji peywira karê dewletê dûrketinê jî stand.

Di doza ku ji bilî Angelo Becciu 10 kesên din jî dihatin darizandin de 9 kes duh bi cezayên cuda yên girtîgehê û cezayên pare hatin cezakirin. Tenê yek ji tawanbaran, sekreterê berê yê Angelo Becciu, Monsignor Mauro Carlino ceza nestand.

Hat angaştin ku bersûcan, di dema kirîna kelûpelên pêwîst ku bûhayê wan 350 milyon Euro bûye de û ji aliyê Sekreteriya Vatîkanê ve hatiye kirîn de gelek sûcên wek henardekirin û îstismara desthilatdariyê kirine.

Hate ragihandin ku ji bilî van kiryaran Becciu, îhaleya 125 hezar Euroyî ku ji sextkirina Vatîkanê re hatibû xerckirin daye weqfa birayê xwe.

Her wiha hate angaştin ku Becciu, 575 hezar Euro daye jineke bi navê Cecilia Marogna ya ji bajarê xwe yê Girava Sardînyayê.

Kardînalê berê Angelo Becciu, piştî encambûna doza ku ceza jê xwar jî angaşte ku wî ev pare ji bo 'xizmetên sîxurîyê û operasyona rizgarkirina keşîşekî ku li Afrîkayê ji aliyê mîlîtanên Îslamî ve hatiye revandin’, daye. Le belê serdozgeriyê piştrast kir ku Cecilia Marogna, van pereyan ji bo berhemên luks û betlaneyê bi kar aniye.

Di vê keyzê de jî li gel Becciu, Marogna jî sûcdar hate dîtin û  3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin