‘Mexmûr bûye serbazgeha Hesda Seibî û nahêlin xelk tistan ji Hewlêrê bibin’

‘Mexmûr bûye serbazgeha Hesda Seibî û nahêlin xelk tistan ji Hewlêrê bibin’

PeyamaKurd - Berpirsê PDKê yê bajarokê Mexmûrê Kirmanc Ebdullah got, Mexmûr bûye serbazgeha Heşda Şeibî û çekdarên Heşda Şeibî nahêlin xelkê Mexmûrê tiştan ji Hewlêrê bibin.

Berpirsê liqa 23 ya PDKê li bajarokê Mexmûrê Kirmanc Ebdullah ji BasNewsê re gotiye, ev çend roj in çekdarên Heşda Şeibî li rêbendan pêşiya xelkê Mexmûrê digirin û nahêlin tiştên ku ji Hewlêrê kirîne, derbasî nav Mexmûrê bikin.

Kirmanc Ebdullah got, “Ev reftarên han xelkê aciz dikin. Me bi encumen, parêzgar û cîgirê parêzgarê Mûsilê re behsa vê pirsgirêkê kiriye û me daxwaz ji wan kiriye vê arîşeyê çareser bikin.”

Berpirsê PDKê da zanîn, ew hêzên ku pirsgirêkan ji xelkê re derdixin, girêdayî desteya rêbendan ya Iraqê ne. Ev deste nû hatiye avakirin û nêzîkî du hefteyan e dest bi kar bûne. Li nav bajêr tijî çekdar û hêz bûne. Bajar bûye serbazgeh. Ji xwe hêzek bi navê “Seraya Selam” jî anîne wir.

Berpirsê PDKê da zanîn, armanca serekî ya bicihbûna wan hêzan li devera Mexmûrê, tehdîdkirina partiyên Kurdistanî ye û dixwazin kurdan aciz bikin.

Kirmanc Ebdullah da xuyakirin, piştî rûdanên 16 Cotmeha 2017an Mexmûr hatiye dorçêkirin û zêdetir mîna serbazgehekê ye û bajêr ji aliyê serbazan ve tê birêvebirin, tiştek di destê rêveberiya sivîl ya bajêr de nîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin