PeyamaKurd- 5 kesên ku endamên DEAŞê ne, ji aliyê dadgeha herêmê de, bi cezayê îdamê hatin cezakirin. Ragihandin ji aliyê berdevkê dadgehê ji aliyê Abdussettar Bayraktar ve nivîskî hat ragihandin.
Bayraktar di nivîsê de weha ragihand: “ Dadgeha cezayê ya li Bexdayê di derbarê 5 kesên ku endamên DEAŞê ne û tê de wezîfeyên ji hev cuda kirine de cezayê îdamê da.”
Di beyanê de hat gotin ku kesên cezayê îdamê dane wan, li bajarên Mûsil û Enbarê li dijî hêzên asayîşê ketina nava tevgerên terorîstî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin