Mark Rutte dibe serokê nû yê NATOyê

Mark Rutte dibe serokê nû yê NATOyê

PeyamaKurd – Piştî ku Serokê Romanyayê Klaus Iohannis ji namzetiya xwe ya Sekreterê Giştî yê NATOyê vekişiya, Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte ji bo vê postê yekane namzet ma.

Li gor nûçeya ku di çapemeniya Romanyayê de li ser daxuyaniya nivîskî ya Serokomariyê hat dayîn, Îohannîs daxuyand ku ew namzediya xwe paşve kişandiye û piştgiriyê dide Rutte.

Ji ber vê yekê teqez bû ku Rutte di 1ê Cotmehê de ji Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg post bigire.

Rutte di 7ê Tîrmeha 2023an de piştî ku hikûmeta koalîsyonê ya li Hollandayê hilweşiya îstifa kir û diyar kir ku heta hikûmeta nû ava bibe ew ê erka xwe ya serokwezîrtiyê bidomîne û piştre dev ji siyaseta aktîf berde.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin