Japonya dê alavên nekujer bisîne Ukraynayê

Japonya dê alavên nekujer bisîne Ukraynayê

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji qada siyasî ya Japonyayê hatin ragihandin, Serokwezîrê Japonyayê Kishida Fumio soz da ku alavên nekujer bi nirxê 30 milyon dolaran bide Ukraynayê.

Di ajansa fermî ya Kyodoyê de hat diyarkirin ku Kişida di çarçoveya serdana xwe ya Ukraynayê de di hevdîtina bi Serokê Dewleta Rusyayê Volodimir Zelenskiy re piştgiriya nû ya ji bo Ukraynayê ragihand.

Li gorî daxuyaniya hevpar a çapemeniyê ya li ser hevdîtinê, herdu rêberan li hev kirin ku "sûcên şer" ên di êrîşên Rusyayê yên li ser Ukraynayê de hatine kirin, bê siza nemînin.

Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de Serokwezîrê Japonyayê Zelenskiy jî vexwend ku di meha gulanê de bi awayê online beşdarî Lûtkeya Serkirdeyên G7ê bibe ku ew ê li Hiroşimayê mazûvaniya wê bê kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin