PeyamaKurd - Xwepêşanderên bajarê Nasiriye ya avahiya parêzgeha Zîqarê, navendên partî û aliyên Iraqî şewitandin.
Îro 21.12.2019ê xwepêşanderên Nasiriye, avahiyên partiyan û fewca erken taybet ên ser bi wezareta navxwe ya Iraqê li Nasiriye şewitandin.
Şewitandina avahiyên partî û ewlehiyê piştî çend saetan di ser kuştina çalakvan, aktîvîst û serpereştyarekî xwepêşanderan Husên Elî Esmî re derbas bûn, pêk hat ku çekdarên nenas li naverasta Nasiriyeyê ew kuştin.
Herwiha derveyî navendên partiyan, xwepêşanderan mala serokê lijneya ewlehiya encûmena parêzgeha Zîqarê jî şewitandin.
Xwepêşandanên Iraqê roja 02.10.2019ê li Bexda û piraniya bajarên Iraqê li dijî xizanî, bihabûna nirxê benzînê, gendelî û nebûne xizmetguzariyan dest pê kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin