PeyamaKurd – Di demeke ku kêşeya koçberan a ser sînorên Belarûsê berdewam dike de, kompaniya geştên asmanî ya Belarûsê 'Belavia' veguhastina rêwiyên 5 welatan ji paytexta Ozbekistan Teşqandê rawestand.
Li gorî daxuyaniya Belavia, ew biryar ji bo welatiyên Iraq, Yemen, Lubnan, Sûriyê û Afganistanê hatiye standin û wan piştî biryara aliyên pêwendîdar ên Ozbekistanê ev tedbîr wergirtiye.
Belaviayê diyar kiriye, tedbîrên nû li ser rêwiyên ku pasportên dîplomatî yan jî belgeyên mayîna li Belarûsê hene re derbas nabe.
Hêjayî bibîrxistinê ye, îro Pêncşemê 430 koçberên Kurd û Ereb ên ji Iraq û Herêma Kurdistanê bi daxwaza xwe têne vegerandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin