PeyamaKurd – Norwêcê hişyarî da ku Rojhilata Navîn "li ber şerekî mezin e" û bal kişand ser êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Gazze û Lubnanê.
Wezîrê Karên Derve yê Norwêcê Espen Barth Eide têkildarî rageşiya li Rojhilata Navîn daxuyaniyeke nivîskî da.
Eîde got, "Şerê li Xezzeyê ev nêzî salek e dewam dike. Di hefteyên dawî de em bûn şahidê zêdebûna rageşiyê. Em nêzî noqteyeke şikestinê dibin. Herêm li ber şerekî mezin e ku dikare zêdetir welatan tevlê bike û bibe sedema karesateke mirovî ya girantir."
Wezîr Eide di parvekirina xwe ya li ser platforma medyaya civakî ya Xê de êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê jî şermezar kir û destnîşan kir ku di êrîşan de "hejmareke metirsîdar sivîlan jiyana xwe ji dest dane".
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin