PeyamaKurd- Doktorê Kurd neşterger Dr. Aram Cemal Mîrza li Awrûpayê bo nexweşên dil û damarên dil cara yekem tedawiya “teknîka Kurdistanê” bikaranî. Dr. Mîrza yê çêkerê tedawiyê ku hem pisporê anjiyo ye, bo Rûdawê weha ragihandiye:
“ Min cara yekem di sala 2014an de vê teknîkê dît. Min bo nexweşên herî zahmet ku damarên wan xitimîne, di tedawiya wan de bikaranî. Min navê teknîkê ‘teknîka Kurdistanê’ danî. Cara dawiyê ev teknîk li Polonyayê hat bikaranîn. Paşî tedawî bi vî navî hat kirin.”
Ev teknîka Kurdistanê di nexweşînên damar û dil de pêşdeçûneka nû tê qebûlkirin û di kovarên di dinyayê de, yên bi nav û deng yên tenduristiyê de hat belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin