PeyamaKurd- Encamên rapirsiya yekemîn a piştî eşkerebûna namzedên serokomariya Tirkiyeyê hatin eşkerekirin. Kompaniya Lêkolînê ya TAGê, encamên rapirsiya xwe ya herî dawî ya li ser pêşbaziya 4 namzedan weşand.
Ji hilbijartinên 2023yan ên Tirkiyeyê re demeke kin maye û di vê demê de lîsteya namzedên Serokomariya Tirkiyeyê jî eşkere bû. Li gorî lîsteya ku YSKê ragihand, hilbijartin dê ji bo 4 namzetan de çêbibe.
Li gorî lîsteya namzetên ku YSKê diyar kiriye; Kemal Kiliçdaroglu di ser Tifaqa Milet re bû namzed, Erdogan di ser Tifaqa Cumhur re bu namzed. Serokê Giştî yê Partiya Welat Sînan Ogan di ser Tifaqa ATAyê re bû namzed û Muharrem Înce jî namzetiya xwe di ser partiya xwe re eşkere kir.
Rapirsî, di navbera 24 û 30ê Adarê de li 34 bajaran, bi 1700 kesan re hatiye kirin.
Li ser pirsa, “Gelo hûn ê di hilbijartina Serokomariyê de dengên xwe bidin kîjan namzedî?” ev encam derketin holê:
Kemal Kiliçdaroglu: Ji % 51,8
Recep Tayip Erdogan: Ji % 42,6
Muharrem Înce: Ji % 3,2
Sînan Ogan: Ji % 2,5
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin