PeyamaKurd- Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi nûnera sekreterê giştî ya Neteweyên Hevgirtî ya Antonio Guterres bo Iraqê taybet, bi Jeanine Hennis-Plasschaert re hevdîtinekî kir. Barzanî di hevdîtina xwe de got ku ew amade ne bi Bexdayê re di çarçoveya destûra Iraqê re arîşeyên xwe çareser bikin û bo muzakereyan amade ne.
Ragihandin ji baregeha serokatiya herêma Kurdistanê hat kirin. Di hevdîtinê de ji bilî têkiliyên Hewlêr û Bexdayê behsa têkiliyên duqolî hat kirin.
Seroka UNAMI û nûnera taybet ya sekreterên giştî ya Netweyên Hevgirtî Jeanine Hennis-Plasschaert got ku ew muzakereyên navbera Hewlêr û Bexdayê destek dikin û weha dewam kir:
“Bo dewama muzakereyan û bo bigihên çareseriyê, em her dû aliyan destek dikin û dewam bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin