PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi pêwendiyeke telefonî, pîrozbahî li Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê Mamoste Selahedîn Mihemed Behadîn kir,
Nêçîrvan Barzanî ji bo 28emîn salvegera ragihandin û damezrandina Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê, pîrozbahî li birêz û serkirdayetî û endam û cemawerê Yekgirtiya Îslamî kir û ji bo wan hêviya serkeftinê xwest.
Herwiha Mamoste Selahedîn Mihemed Behadîn, spasî û pêzanînên xwe û serkirdayetî û cemawerê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê ji bo pêwendî û pîrozbahiya birêz Serokê Herêma Kurdistanê derbirî û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin