PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê 51 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin.
Li gor amarên nû yê Desteya Tenduristiyê, di 24 saetên dawî de li navçeyên Rêveberiya Xweser 51 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine, ku 21 ji wan mêr û 30 kes jî jin in.
Desteya Tendirustiyê ragihandiye, ji wan 48 pêketiyên nû 14 kes li Qamişlo, 6 kes li Hesekê, 9 kes li Girkê Legê, 11 kes li Dêrikê, 2 li Amûdê, 2 kes li Dirbêsiyê û kesek li Tirbespiyê ne.
Herwiha Desteya Tendirustiyê destnîşan kir, di 24 saetên dawî de 15 nexweşên Koronayê baş bûne.
Bi van amaran re, hejmara kesên ku ji destpêkê ve heta niha li Rojavayê Kurdistanê û li navçeyên Rêveberiya Xweser bi Koronayê ketine, gihîşt 1497 kesan.
Herwiha heta niha 62 kesan li Rojavayê Kurdistanê û li navçeyên Rêveberiya Xweser bi Koronayê can dane û 417 kes jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin