PeyamaKurd – Polîsê Hindistanê 5 berxwedêrên ku xwestin bikevin nav herêma Cammû Keşmîrê kuşt. Polîs ragihand ku piştî şerê navbera her dû terefan, bombeyên destî, kamera şevê û gelek ekîpmanan xistine dest. Li gor ragihandina rojanam Hindustan Timesê; şer li devera Kupwara çêbûye.
Di sala 1947an de dema Îngîltere ji Hindistanê vekişiya, Keşmîr ji aliyê prens de dihat îdarekirin. %90 xelkê Keşmîrê Misilmane û di sala 1947an de prensê Keşmîrê mecbûr mabû ku bibe terefdarê Pakistanê û bi wan re bijî an jî bibe terefdarê Hindistanê û bi wan re bijî. Prens biryara xwe bi mayîna bi Hindistanê re da lê heya niha pirsgirêkên Keşmîr û Hindistanê dewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin