PeyamaKurd – Korîdora Zengezorê bû sedema nexweşiya navbera Îran û Azerbeycanê. Îran Azerbeycanê tehdîd kir û got beredayî leşkerên Azerbeycanê neşînin mirinê.
Azerbeycanê ji Ermenistanê re pêşniyar kiribû ku korîdora Zengezorê vekin û di pêş de bikin ku bibe rêya transît heya welatê Çînê, li ser mijarê Îran nerazîbûna xwe diyar kir û ji Azerbeycanê re got ku ew rêya navbera Îran û Ermenistanê asteng dike an gelek teng dike.
Îran hişyariyê da Azerbeycanê ku operasyon neke, îznê nade ku rêya Îranê ya Zengezorê goya li dijî Îranê bikarbîne û got:
“Li ciyê beredayî leşkerên xwe neşînin mirinê.”
Di nav vekirina koridora Zengezorê de Tirkiye jî heye û serokomarê Tirkiyê Erdoğan di mijarê de bi Paşinyan re jî axifîbû. Rêya Zengezorê diçe heya Çînê û rêyeka bazirganiye. Eger ew rê bê girtin, derbekî mezin li bazirganiya dewletên li ser wê rêyê dikeve.
Ji ber Azerbeycanê kirine du perçe û Azerbeycana başûr di nav axa Îrana fermî ya îro de dimîne û Azerî ne xwediyê ti mafî ne, Îran ji Bakuyê ditirse ku destekê bide Azeriyên Îranê. Her wexta ku navbera Îran û Bakuyê nexweş dibe, Îran destekê dide Ermenistanê.
Niha Îran naxwaze korîdora an ku rêya Zengezorê vebe û bibe rêyeka transît ya navdewletî. Azerbeycan û Ermenistan li ser guzergâha rêya Karabaxê li hev kirine. Rê di ser Ağdam-Hankendi û Laçın-Hankendi de diçe û TIR ên Komîta Xaça Sor ya Navdewletî (ICRC) ji vê sibê de heman rêyan bikartînin. Li ser mijarê şêwrimendê serokkomarê Azerbeycanê Hikmet Hacıyev di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got:
“Îro seet di 07.00an de di rêyên Azerbeycanê yên Ağdam-Hankendi û Laçin-Hankendi de TIR ên ICRC di heman wextê de derbas bûn. Rêya Ağdam-Askaran-Hankendi vekiriye û dixebite û divê wisa be. Ev, tewrê Azerbeycanê yê bi qaîde, adil, rewa û bê dagere.”
TIR ên di rêya Zengezorê de derbas dibin ev mehekiye ku bende ne da rê vebe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin