PeyamaKurd – Heyet Tehrîr Eş Şam (HTŞ) li bajarê Idlibê li nêzî Kafr Rûma, bi top û roketan êrîş kir ser qereqola leşkerên Sûriyê û di êrîşê de 8 leşkerên Sûriyê kuştin. Ragihandina bûyerê ji aliyê Mala Çevdêriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) de hat kirin.
Nîvê Idlibê û bajarên Cîran Hama, Heleb û deverên nêzî Lazkiyê di kontrola HTŞ ê û grûbên çekdar yên din de ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin