PeyamaKurd – Piştî Hîzbûllahê Kibris a Rûman tehdîd kir, Yekîtiya Ewrûpayê jî desteka xwe ji bo Kibrisa rûman ragihand. Berdevkê Komîsyona Ewrûpayê Peter Stano got ku Kibris endamê YEye û desteka YEyê ji bo Kibrisê tam e. Stano got:
“Kibris a Rûman Yekîtiya Ewrûpaye û Yekîtiya Ewrûpayê Kibrise.”
Serokê Hîzbûllahê Hesen Nasrallah ragihandibû ku Kibris baregehên xwe ji bo bikaranîna balafirên Îsraîlê vekirî bihêle, wê Kibris bibe perçeyekî ji şer. Stano jî got ku YEyê û Kibris ne perçeyeklî şerin lê perçeyekî ji çareseriya şerin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin