Kiliçdaroglu: Demirtas bi neheqî û bêhiqûqî di hepsê de ye…

Kiliçdaroglu: Demirtas bi neheqî û bêhiqûqî di hepsê de ye…

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Komariya Gel li Tirkiyê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu îro di gotara koma partiya xwe ya parlamenê de derheqê Selahattîn Demirtaş de ku doh nexweşîya wî hatibû ragihandin, daxuyanî dan.

Kiliçdaroglu got ku li girtîgehê nexweş ketiye, dereng be jî ew rakirine nexweşxanê û ji Demirtaş re hêviya tenduristiyê xwest.

Kiliçdaroglu herwiha da xuyakirin, "Selahattîn Demirtaş bi neheqî û bêhiqûqî li girtîgehê tê girtin. Ji bo me hemûyan me parêzvaniya demokrasî û mafên mirovan kir. Dema neheqî li partiyên siyasî yên reqîbê min bê kirin, erka min a mirovî ye ku li dijî derkevim.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin