PeyamaKurd – Li Amerîkayê li bajarê Houstonê bi sedema rabûna bablîsokê herî kêm 7 kes jiyana xwe ji dest dan. Li gor ji baregeha Şerîf ya Harris County ragihandiye, bi sedema bablîsokê û bobelatê 7 kes mirine. Mirin bêhtir ji xetta elektrîkê, qelibandina dar û vîncê û ji lêdana brûskê çêbûye.
Di bajêr de bayê rabûye di seetê de 160 km bilez çûye û li navenda bajêr bûye sedema xesara mezin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin