PeyamaKurd – Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ku 20ê Kanûnê kongreya xwe ya çaremîn li ser xist û Mehmûd el-Mislet ê li Amerîyê dijî wekî hevserok hilbijart, bi Kompaniya Lobîyê ya Amerîkî Brownstein Hyatt Farber Schreck LLP re peyman îmze kir.
Hate ragihandin ku wê bi vê peymanê re, kompaniya LLP mafên Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê biparêze, bide naskirin û misogerkirin.
Herwiha bi pêwendiyên LLPê re, dê rê li ber naskirina Rêveberiya Xweser bê vekirin û pêwendiyên ligel saziyên Amerîkî yên siyasî jî bên kordînekirin.
Hate zanîn ku peymana bi LLPê re hatiye îmzekirin di bin çavdêriya serokê berê yê Komîteya Derve ya Meclîsa Nûneran a Amerîkayê Edward Royce de ye.
Royce ragihandiye ku dê ev peyman brîfînga li ser projeya Rêveberiya Xweser bo kongreyê û qanûndanerên Amerîkî jî li xwe bigre û herwiha mebest ew e; DAIŞ bi awayekî mayînde bê têkdan û ji krîza Sûriyê re jî çareseriyeke mayînde bê dîtin.
Li gorî xaleke di peymana ligel kompaniya Lobiyê LLPê de, wê xebat bêne kirin ku ji bo pêwendiyên HSDê bi komîteyên Kongreyê û pêwendiyên derve yên Amerîkayê re bên danîn û ji bo fînansmana projeyên Rêveberiya Xweser jî bibin alîkar.
Hate ragihandin ku wê kompaniya lobiyê di medya amerîkî de û saziyên Neteweyên Yekbûyî û mafên mirovan de xebatan bimeşîne.
Herwiha şêwirmendê berê yê Wezareta Derve ya Amerîkayê Hazem Al-Ghabra jî peymana ligel LLPê wekî peymaneke xwezayî û pêwîst nirxand.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin