3 dewlet wê balafira hevpar hilberînin

3 dewlet wê balafira hevpar hilberînin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Japonya, Îngîltere û Îtalya wê bi hevre hilberîna balafira şer bikin. Di medyayê de tê gotin ev hewla hilberîna balafirê bi sedema ku Kore ya Bakûr lezê daye bernama fuzeyên balistik û Çîn desthilata xwe ya leşkerî li deryayê de zêde dike. Ev du bûyer endîşa Japonyayê ya ewlehiyê xwurt dike û divê mêzêna herêmê biguhêre.

Her sê dewlet Japonya, Îngîltere û Îtalya ku li ser hilberîna balaifeka nûh ya şer lihev kirine, wê hûrahiya projê di hefta pêşiya me de bi raya giştî re parve bikin. Japonya wê stratejiya xwe ya netewî di meha berfanbarê de ragihanda û ev proje dikeve wexya ragihandina stratejiya Japonyayê.

Bi vê hevkariyê re wê rola Brîtanyayê li Asyayê girîngtir bibe û Japonya cara yekeme ku di derveyê Amerîka de li herêmê di seha teknolojiya hevpar de gav davêje.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin