PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ragihand, ti hêzên Amerîkayê ji Herêma Kurdistanê venekişiyane û da zanîn, “Ti hêzên şerker ên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê nînin ku vekişin. Hêzên ku li vir in jî şêwirmend û rahênerên leşkerî ne.”
Cebar Yawer li ser gotegotên vekişîna hêzên amerîkî ji Kurdistanê gotiye, “Me nebihîstiye ku di çend rojên borî de ti hêzeke Amerîkayê ji Herêma Kurdistanê vekişiyabe, dibe ku guhertinê bi hêzên xwe bikin û ji wê yekê jî em agahdar nînin, çimku derbarê guhertina bi hêzan de pirsê ji me nakin.”
Cebar Yawer ji Rûdawê re diyar kiriye, “Li gor rêkeftina navbera Iraqê û Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê, hêzên şerkerên Amerîkayê dê dawiya îsal (ji Iraqê) vekişin, lewra me nezaniye ku ti hêzeke Amerîkayê ji Herêma Kurdistanê vekişiyabe, di bingehên amerîkiyan de ti hêzên wan ên şerker li Herêma Kurdistanê tune ne û ewên ku hene şêwirmend in.”
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge li ser pêkanîna du lîwayên hevbeş di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de jî got, “Biryar li ser pêkanîna van du lîwayên hevbeş hatiye dayîn, li ser pêkhate û hejmara wan rêkeftin heye.”
Cebar Yawer destnîşan kir, “Lîwayek dê li navçeyên qezaya Xaneqînê û derdora wê heta navçeyên Kerkûkê bê bicihkirin, û lîwaya din jî dê li navçeyên derdora Kerkûkê heta nehiyeya Sihêla bê bicihkirin.”
Berpirsê Wezareta Pêşmerge herwiha diyar kir, “Bûdce û çekên wan herdu lîwayên hevbeş ji aliyê hikûmeta Iraqê ve têne dabînkirin. Ew hêz dê rasterast bi Fermandariya Opersyonên Hevbeş a Iraqê ve bê girêdan û piştî rêkeftina dawî û perwerde û rahênanê, dê li wan navçeyan bên bicihkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin