PeyamaKurd - Neteweyên Yekbûyî (NY) bi raporekê eşkere kir ku ji ber şerê Sûriyê zêdetirî 442 milyar dolar ziyan gihîştiye aboriya wî welatî.
Raporta Neteweyên Yekbûyî ku lêkolîneke hevbeş a Komisyona Aborî û Civakî ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Asyayê û Navenda Lêkolînê ya Zanîngeha St Andrews a Skotlendî hatiye pêşkeşkirin, behsa rewşa Sûriyê ya salên 2011 heta sala 2019an dike.
Di raporê de hatiye eşkerekirin, bi sedema 8 salên şer, zêdetir ji nîvê xelkên Sûriyê bê cih û war bûne û 442 milyar ziyan jî gihiştiye aboriya Sûriyê.
Sala 2016an ziyanên Sûriyê texmînî 259 milyar dolar bû, lê belê li gorî vê raporê piştî 3 salan ziyan gihîştiye 442 milyar û 20 milyon dolarî. 82% ji hemû ziyanan yên sektorên weke Xanûber, asayiş, veguhestin, perwerde, elektrîk û tenduristî ne.
Di raporê de hatiye diyarkirin, ziyanên fîzîkî yên li Sûriyê di nava 8 salan de 117 milyar dolar û ziyanên berhema navxweyî 324 milyar dolar e.
Dîsa li gorî sala 2010an dahata niştimanî ya Sûriyê 54% kêm bûye ku wê salê qebareya hinardeya Sûriyê 8.7 milyar bû û ew rêje di 2018an de daket heta 700 milyon dolaran.
Di raporê de hatiye gotin, niha 11 milyon û 700 hezar welatiyên Sûrî pêwîstiya wan bi alîkariya mirovî heye ku heta niha 5.6 milyon Sûrî li welatên derve bûne penaber û 6.4 milyon kes ji wan li nava Sûriyê koçber bûne.
Herwiha 6.5 milyon kes jî xwe nagihînin xwarinê û 3 milyon zarok jî nikarin herin dibistanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin