PeyamaKurd – Serokê Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) diyar dike, ew nizanin Amerîka dixwaze li Sûriyê çi bike.
Li gor tê gotin, Amerîka dixwaze hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne. Ev jî bûye sedema nîgeraniya berpirsên Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê.
Serokê MSDê Riyad Derar li ser vê babetê daye zanîn, em ji vê rewşê nîgeran in, ji ber ku em nizanin Amerîka dixwaze çi bike.
Riyad Derar herwiha destnîşan kir, hêviya me ew e ku heta çareseriyek rast ji pirsgirêkên Sûriyê re tê dîtin, Amerîka li Sûriyê bimîne.
Berpirsê Rêveberiya Xweser eşkere kir, ew hêvîdar in rêjîma Sûriyê jî bê pozbilindî bi wan re dest bi danûstandinan bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin