PeyamaKurd – Li Girava Bougainville ya Papua Gîneya Nû bi mezinahiya 6,4 erdhejek pêk hat.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihand ku navenda erdhejê 57 kîlometre li başûrê bajarê Pangunayê ye.
Li gorî agahiyên destpêkê di erdheja ku bi kûrahiya 41 kîlometreyan pêk hatiye de ti ziyanên canî û madî çênebûne.
Piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê nehat dayîn.
Papua Gîneya Nû li ser "Xeleka Agir a Pasîfîkê" ye ku piraniya erdhej û çalakiya volkanîkî ya cîhanê lê diqewime.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin