Trump muzakereyên teswîqan da rawestandin

Trump muzakereyên teswîqan da rawestandin

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêvebiriya xwe ve bo encamên aborî yên Kovid-19 ê bi Partiya Demokratan re li ser paketa teşwîqan hevdîtinan dikirin lê niha Trump wan hevdîtinan da rawestandin. Trump mijarê di ser hesabê xwe yê Twitterê de belav kir.

Trump got ku seroka Meclisa Nûneran Nancy Pelosi bo eyaletên di bin rêvebiriya Partiya Demokratan de rizgar bike, bi miqdarê 2,4 trîlyon dolar pere dixwaze û ti têkiliya van pereyan bi Kovid-19 ê re tineye. Trump weha got:

“Me teklîfekî merdane bi miqdarê 1,6 trîlyonan kir lê weka her carê bi niyeta baş bazarî nayê kirin. Ez daxwaza wan (demokratan) red dikim û li dahatûya welatê xwe dinêrim. Min fermana rawestandina hevdîtinan heya hilbijartinê da. Ez hema biserbikevim, bo Amerîkayiyên xebatkar û kargehên biçûk qanûna teşwîqan yeka mezin û fireh derdixim û cîbicîh dikim.”

Trump ji serokê ku piraniya senatoyê, ji Mitch McConnell daxwaz kir ku di şûna paketa teşwîqan de li ser êrêkirina namzedê serokatiya Dadgeha Bilind ya Amerîkayê Amy Coney Barrett rawestin û tesdîq bikin. Trump got ku rewşa aborî gelek baş diçe, borsa di asta herî bilind de ye, îstîhdam bi reqemên herî baş zêde bûye û Amerîka di xwehevdana aboriyê de ji dinyayê re pêşengiyê dike.

Piştî fermana Trumpî bo rawestandina paketên teşwîqan li Borsa New York ê endeks daketin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin