PeyamaKurd – Li bajarê Hekkariyê li navça Derecîkê li gundê Samanlıyê ku navê wî yê Kurdî nehat zanîn, 2 roj berê di wexta lêgerînê de, zabitê bi navê Abdullah Kurşat Kupşen (Asteğmen) mêzêna xwe wenda kir û ket newala Hacibeyê. Zabit ket ber pêlên avê û wenda bû.
Wezareta berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku îro xwe gihandine cenazê zabit ê bi navê Abdullah Kurşat Kupşen. Di lêgerîna cenazê de, ji yekîneyên AFAD, cendirme û asayîşa polîs 28 kesên noqavê, 300 leşker, 30 cerdevan bi temamî 358 kes bi xelkê deverê ve li cenaze geriyan û îro dîtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin