PeyamaKurd – Ajansa fermî ya Îranê IRNAyê bernameya xakspartinê ya cenazeyê Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û kesên ligel wî di qezaya helîkopterê de can dane eşkere kir.

Li gorî ragihandina IRNAyê wê cenazeyên Reîsî, Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Ebdullahyan, Parêzgarê Tewrîzê Elî Haşimî jî di nav de yên 9 kesên di helîkopterê de can dane, li bajarê Qûmê bi xakê bê spartin.
Hate diyarkirin ku wê merasîma cenazeyan sibe 21ê Gulanê piştî nimêja esrê pêk were.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin