Nivîsgeha Sûdanî: Ti navekî postên kabîneyê nehatiye diyarkirin

Nivîsgeha Sûdanî: Ti navekî postên kabîneyê nehatiye diyarkirin

PeyamaKurd – Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê, li ser belavbûna nûçeyên diyarbûna hin navên di kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî de cî digirin, daxuyanî da red kir ku navên postên kabîneyê hatine diyarkirin 

Di daxuyaniya Nivîsgeha namzedê serokwezîriya Iraqê Mihemed Şîya Sûdanî de, li ser nûçeyên medya Iraqê hat gotin, "Ew kesên navên wan wekî postên wezîran hatine binav kirin nerast in. Danûstandin ligel aliyên siyasî ji bo destnîşankirina endamên kabîneya bê ya Iraqê berdewam dikin."

Nivîsgeha Sûdanî daxwaz ji hemû dezgehên ragihandinê kir ku bi taybetî di vê rewşa hestiyar de di ragihandina agahiyan de baldar bin.

Li aliyê din li gorî zanyariyan, gotûbêjên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û dabeşkirina postan dest pê kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin