Elon Musk ji bo Ûkrayna bê înternet nemîne peykên Starlinkê aktîf kirin

Elon Musk ji bo Ûkrayna bê înternet nemîne peykên Starlinkê aktîf kirin

PeyamaKurd – Damezrînerê kompaniya fezayê SpaceXê Elon Musk, peykên veguhestina înternetê Starlink ên ji fezayê ji bo Ûkraynayê aktîf kirin daku di nav şer de bê înternet nemînin.

Serokê Saziya Veguhestina Dîjîtal a Ûkraynayê Mihaylo Fedorov, li ser hesabê xwe yê twitterê alîkarî ji Musk xwestibû û daxwaza vekirina peykên Starlinkê bo Ûkraynayê kiribû.

Fedorov gotibû, "Di demeke ku tu hewl didî Marsê kolonîze bikî de, Rûsya hewl dide Ûkraynayê dagir bike. Moşekên te bi serkeftî ji fezayê dadikevin ser dinyayê, lê moşekên rûsî jî bi ser gelê sivîl ê ûkraynî de dikevin. Em ji we daxwaz dikin, stasyonên Starlinkê bo Ûkraynayê aktîf bikin û welatiyên rûsî yên dilsoz rakin ser lingan.”

Musk jî bersiva Fedorov da û got, "Niha xizmeta Starlinkê li Ûkraynayê aktîf e. Termînalên zêdetir di rê de ne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin