PeyamaKurd – Ji bo danasîna Batmanê di asta natewî û navdewletî de, di seha dewlemendiya çand, geştiyarî û gastronomiye de,ji bo festîwalên ku bên kirin meşa kortejê hat pêkanîn. Festîwal wê li 5 navçan di rojên cuda de bên kirin. Festîwal bi hevkariya rêvebiriya çand û tûrîzmê, rêvebiriya taybet ya bajêr û şaredariya Batmanê tên kirin.
Meş, ji Bulwara Turgut Özal destpêkir û heya Parka Ataturk dewam kir. Di meşê de parêzgerê Batmanê Ekrem Canalp, qeymeqamên navçan, şaredarên navçan, rêvebirên partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên sîvîl û hemwelatî hebûn. Li gor rêxistina festîwalan rojên kirina wan wehane:
-Bişêrî: Di 20 ê Êlûnê de festîwala ‘danûk û fistiqan’,
-Sason: Di 30 Êlûn-1ê Cotmehê de festîwala ‘hingiv, çîlek û gûzên zozanan’,
-Kercews: Di 4 ê cotmehê de festîwala ‘mehserê ya 2em’,
-Heskîf : Di 7 ê Cotmehê de festîwala ‘avê, sporên xwezayê û tûrîzmê’,
-Hezzo: Di 21-22ê Cotmehê de festîwala ‘Şehrî Zor, xweza, çand û tûrîzmê’,
Parêzgerê Batmanê Ekrem Canalp ragihand ku ew Batmanê amade dikin da bibe şaredariya mezin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin