Enfala Behdînan di salvegera 31emîn de tê bibîranîn

Enfala Behdînan di salvegera 31emîn de tê bibîranîn

PeyamaKurd – Enfala Behdînan ku 31 sal bi ser de derbas bûye, îro di salvegera xwe de li Duhokê tê bibîranîn.

Berpirsê rêxistina 88ê ya Enfalan li parêzgeha Duhokê Xelîl Osman da xuyakirin, “Îro 25.08.2019ê dê 31emîn salvegera enfala Behdînanê tê bibîranîn. 31 sal berî niha rejîma têkçûyî ya Beas a Iraqê dest bi enfala xelkê Duhokê kir.”

Xelîl Osman ji BasNewsê re gotiye: “Heta du hezar kesan li Duhokê hatin enfal kirin. Heta niha jî termên gelek kesan nehatine dîtin. Tenê termê 13 kesên nav Kela Nizarkê de hatine îşkence kirin û şehîd kirin di goreke komî de hatine dîtin. Derveyî wan piraniya enfalbûyên Duhokê bêserûşûm in. Îro li parka Newroz dê bîranîna enfalbûyan bi çalakiyan dê birêve biçe.”

Osman daye zanîn ku heta niha ji aliyê hikûmeta Iraqê girîngî bi kes û karên enfalbûyan nehatiye dayîn. Îro dê kesûkarên enfalbûyan  gelek daxwazan bikin, ji wan jî dê daxwazê bikin ku dosyaya enfalbûyan bibe jenosoid û careke din hikûmeta Iraqê karesateke din a wisa mezin bi serê gelê kurd de neyîne û mafên enfalbûyan bê dabîn kirin û parastin û îmtiyazên enfalbûyan hemû wek yek li Iraqê lê bênêrîn.’’

Berpirsê rêxistina 88ê ya Enfalan li parêzgeha Duhokê Xelîl Osman wiha axivî:

“Wek îro di sala 1988an de enfala Duhokê destpê kir. Roja 06.09ê jî bi dawî hat û bi hezaran kesên sivîl hatin şehîd kirin û bê serûşûn kirin. bi hezaran xanî hatin wêran kirin. Ew bîranîna nexwaş îro ji aliyê Rêveberiya Şehîd û Enfalbûyan ve li Duhokê dê li gel Rêxistina 88ê bê bibîranîn.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin