PeyamaKurd – 126 dîplomatên Tirkiyê ku li her derê dinyayê wezîfe kirine peyamekî hevpar belav kirin û di peyamê de ragihandin ku divê hukumet dev ji vekirina Kanala Îstenbolê berde û divê peymana Montroyê nekeve rojevê. Eger peymana Montroyê bikeve rojevê wê destkeftiyên Tirkiyê ji dest herin û mijar bibe mijara mayîn û nemana Tirkiyê. Dîplomat di peyama hevpar de weha gotin:
“ Kanal Îstenbol wê bibe sedema niqaşa peymana Montroyê. Serkeftina dîplomasiyê ya Tirkiyê Peymana Lozanê ye û eger peymana Montroyê bibe sedema munaqeşeyan, wê bibe sedema wendakirina desthilatiya li ser Buhirên Îstenbolê, Çanakkaleyê û Derya Marmarayê. Divê dev ji vekirina Kanal Îstenbolê berdin. Dê ev, xizmetê bo daxwaza Amerîkayê bike ku dixwaze niqaşa Montroyê car din bixe rojevê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin