Rûsya, leskerên xwe li sînorê Finlandiyayê zêde dike

Rûsya, leskerên xwe li sînorê Finlandiyayê zêde dike

PeyamaKurd-Rûsyayê ragihand ku ew ê yekîneyeke pêvek a leşkerî li sînorên Finlandiyayê bi cih bikin. Hat ragihandin ku dê heta dawiya salê, 12 yekîneyên leşkerî li herêmê werin bicihkirin.

Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu ragihand ku ew ê yekîneyên pêvek ên leşkerî li sînorên xwe û Swêd û Finlandiyayê deynin. Sînorê ku wekî Herêma Sînorî ya Leşkerî ya Rojava tê binavkirin, dê ji aliyê Rûsyayê ve bi 12 yekîneyên leşkerî û yekîneyên binkeyî were dagirtin. Li gorî ajansa fermî ya Rûsyayê ya TASSê, Şoygu daye zanîn ku ji bilî şandina yekîneyên pêvek ên leşkerî, dê ji bo leşkeran çekên nûjen û cebilxaneya leşkerî jî bê amadekirin.

 Li gorî ragihandina Sergey Şoygu, perwerdehiya ku di keştiyên şer de tê dayîn, ji %42 zêde bûye û ji 300 zêdetir jî tetbîqetên şer hatine kirin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin