Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li van nexwesxaneyan piskinînên Covid-19ê tên kirin

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li van nexwesxaneyan piskinînên Covid-19ê tên kirin

PeyamaKurd- Wezareta Tenduristiya Tirkiyê nexweşxaneyên ku pişkinîna vîrusa koronoya nû ango Covid-19ê dikin eşkere kirin. Li gorî daxuyaniya Wezaretê ji 81 bajaran tenê li 16 bajaran eger pêwîst bike dikare pişkîn bêne kirin.

Vîrusa Koronaya Nû ango Covid-19 piştî li bajarê Wuhan a Çînê derket holê û li seranserê cîhanê belav bû, bandora xwe li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê jî dike.

Li gorî amarên fermî, herî dawî li Tirkiyeyê 5 haletên Covid-19ê peyda bûne.

Tenê li 18 bajaran û 25 nexweşxaneyan pişkinîn têne kirin


Wezareta Tenduristiyê yê Tirkiyê lîsteya nexweşxaneyên ku pişkinin li wan têne kirin eşkere kirin. Li gorî vê daxuyaniya Wezareta Saxlemiyê, ji 81 bajaran tenê li 16 bajaran pişkinîna vîrûsa koronayê tê krin.

Navê nexweşxaneyên ku pişkinin li wan tên kirin wiha ne:


  • Nexweşxaneya Bajêr a Edenê,
  • Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Enqerê,
  • Nexweşxaneya Bajêr a Enqerê,
  • Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Antalyayê,
  • Nexweşxaneya Bajêr a Bursayê,
  • Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Perwerdeya Bilind a Bursayê,
  • Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê,
  • Nexweşxaneya Bajêr a Fethî Sekîn a Xerpetê,
  • Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Erziromê,
  • Nexweşxaneya Bajêr a Eskîşehîrê,
  • Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Dr. Ersîn Arslan a Dîlokê,
  • Nexweşxaneya Bajêr a Ispartayê,
  • Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Dr. Lutfî Kirdar a Kartalê,
  • Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Hasekî ya Stenbolê,
  • Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê Dr. Sadî Konûk a Bakirkoyê,
  • Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Stenbolê,
  • Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Tepecik a Îzmîrê,
  • Nexweşxaneya Sing a Dr. Sûat Ceren,
  • Nexweşxaneya Perwede û Lêkolînê yên Îzmîrê,
  • Nexweşxaneya Bajêr a Qeyseriyê,
  • Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê,
  • Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Samsûnê,
  • Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Kanûnî ya Trabzonê,
  • Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê,
  •  Nexweşxaneya Bajêr a Yozgatê.
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin