Hawirparêzê Kurd di sawata daristanê de canê xwe ji dest da

Hawirparêzê Kurd di sawata daristanê de canê xwe ji dest da

PeyamaKurd – Li rojhelatê Kurdistanê Hawirparêzê Kurd Îsmaîl Kerîmî dema hewl da ku şewata daristana Kamyarana navçeya bajarê Senendejê bitefîne birîndar bû. Hate ragihandin ku Kerîmî, îro danê sibehê jiyana xwe ji dest daye.

Li Kamyarana navçeya Senendejê ji roja duşemê ve li mêrg û qadên daristanê şewateke mezin derketibû.

Agirê ku ji ber bayê, belav bû, bi alîkariya kesên dildar, komên hawirparêz û rayedarên herêmî hate tefandin.

Îsmaîl Kerîmîyê 39 salî ku li Senendejê di saziyeke dewletê de dixebitî dema tevlî xebatên tefandina agir bû bi giranî birîndar bû. Hate ragihandin ku Îsmaîl Kerîmî îro jiyana xwe ji dest daye.

Kerîmî hevjîn û du zarokên xwe li pey xwe hiştin.

Koma Jîngehparêz a Merîwanê (Çiya The Kesk) bi daxuyaniyekê sersaxî ji malbata Kerîmî re xwest û angaşt ku şewat bi qestî ji alî mirovan ve hatiye derxistin. Çiya The Kesk, di daxuyaniya xwe de got: "Divê rayedarên pêwendîdar û darazê kesên ku bûne sedema şewatê bidozînin û ceza bikin."

Şewatên vê havînê yên daristanên Çiyayê Zagrosê di van deh salên dawî de hema hema her sal bûye mijara sereke ya pirsgirêkan.

Li gel ku daneyên têr li ser şewat û encamên wê tune ne jî, her sal li Merîwan û navçeyên derdora wê bi giştî 250 bûyerên şewatê diqewimin.

Di 2010ê de nêzîkî hezar bûyerên cuda hatin tomarkirin. Di 5 salên dawî de jî, ji bilî Merîwanê, li Pawe, Îlam û Kirmanşanê jî gelek caran agir bi daristanan ket.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin