PeyamaKurd – Ajansa fermî ya Îranê diyar kir, hikûmetê serokê hêzdar ê yekîneya îstixbarata Pasdarên Şoreşê Husên Taîb ji kar dûr xistiye.
Li gor zanyariyan, ev biryar çend roj piştî ku medyaya Îsraîlî tawanbar kiribû ew li pişt plana gumanbar a Îranê ye ji bo kuştin an jî revandina turîstên Îsraîlî li Tirkiyê ye.
Herwiha ajansa fermî ya Îranê tu sedem ji bo guhertinê nîşan neda, lê daye zanîn Taîb wek şêwirmendê Fermandarê Giştî yê Pasdaran Husên Selamî hatiye erkdarkirin.
Televîzyonê eşkere kir, Mihemed Kazimî wê cîhê Husên Taîb bigire ku ew berê serokê Yekîneya Parastina Îstixbarata Pasdarên Şoreşê bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin