Li Qersê muxtarê kevin kustin lê kujer yekser hatin desteserkirin

Li Qersê muxtarê kevin kustin lê kujer yekser hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Li bajarê Qersê muxtarê berê yê gundê Hasçiftlikê Remzi Mızrak li taxa Yusufpaşa li kolana Halipaşayê ji aliyê kesên nenas de hat gulebarankirin û wî birin nexweşxana dewletê ya Harakaniyê. Mızrak li nexweşxanê can da.

Lê polîs ket pey kujer an kujerên muxtar. Di peyde tîmên cendrimeyan bi alavên sûc ve wan girtin. Operasyon ji aliyê cendirmeyên alayê de hat kirin û fermandariya cendirmeyan ya navça Susuzê ciyê kujeran tesbît kir û wan girt.

Kesên hatine girtin 2 kesin bi serê tîpên navên xwe Ş.E û H.E. ne. Di ereba wan de sîlihên bikaranîne û muhîmmatên wan xistine dest.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin