PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li navenda Moskowê otomobîlek hatiye teqandin ku keça aqilmend û şêwirmendê navdar ê Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Aleksandr Dugin a bi navê Darya Dugin tê de bû.
Li gorî zanyariyên medya cîhanî, ji ber ku Dugin ne di otomobîlê de bû rizgar bûye, lê keça wî hatiye kuştin.

Medya rûsî ragihandiye ku otomobîla Darya Dugin li herêma Odintsova ya Moskowê teqiyaye û piştî bûyerê Dugin jî çûye cihê bûyerê ku Dugin ji ber ku li otomobîlê kêliya dawî siwar nebûye rizgar bûye.
Aleksandr Dugin, wekî siyasetmedarekî rûsî yê gelekî nêzîkî Pûtîn û aqilmendê wî tê naskirin û beriya niha gotibû, heger hewce bike divê li Ukraynayê çeka nukleerî jî were bikaranîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin