PeyamaKurd- Wezareta Dadê ya Tirkiyê ragihand ku, ji ber derzên ku di Girtîgeha Semsûrê de çêbûne 814 girtî ji bo girtîgehên Dîlok, Riha û Mereşê tên neqilkirin.
Wê wezareta Tirkiyê diyar kir ku di bin banê wezaretê de maseyeke krîzê hatiya avakirin û li ser girtîgehên li herêmê lêkolîn hatine kirin û di encamê de hatiye tesbîtkirin ji ber erdhejê tu kes nebûye qurbanî.
Li gorî daneyên fermî di erdheja li Elezîza Bakurê Kurdistanê de heya niha 22 kesan jiyana xwe ji dest daye û zêdetirî hezar û 30 kesî jî birîndar bûne.
AFADê eşkere kir ku piştî erdheja mezin a duhî 274 erdhejên din ên piçûk pêk hatine.
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu amarên dawî yên qurbaniyên erdheja li Elezîzê belav kiribûn û diyar kiribû ku 22 kes hêj di bin avahiyên rûxandî de ne û xebatên rizgarkirin û hawarçûnê berdewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin