PeyamaKurd – Rêberê Ukraynayê Zelenskiy diyar kir, wan di Civîna Bilind a NATOyê de ji hevpeymanan "erêkirina parastinê ya xurt" wergirtiye û ev yek ji bo wan gelekî girîng e.
Volodymyr Zelenskiy di civîna çapemeniyê ya ku piştî hevdîtina xwe ya bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re di çarçoveya Lûtkeya NATO ya Vilniusê de li dar xist, bersiv da pirsên rojnamevanan.
Zelenskiy bal kişand ku tu kes wê bi tu kesî re endamtiya Ukraynayê ya NATOyê muzakereyê neke û got, "Ev (endamtiya Ukraynayê ya NATOyê) wê li ser rewşa ewlehiyê ya Ukraynayê bibe biryareke siyasî ya rast."
Zelenskiy diyar kir, wan ji hevalbendên xwe "erêkirina parastinê ya xurt" wergirtiye û ev yek ji bo wan pir girîng e.
Zelenskiy got ku ew axa welatê xwe bi tu statuyekê naguherînin.
Zelenskiy diyar kir, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di civîna Konseya Ukrayna-NATOyê da mijara însiyatîfa genim aniye rojevê û da zanîn, "Serokomar Erdogan got, ew piştgiriyê dide însiyatîfa genim a Tirkiyeyê, lê metirsî hene. Li vir hewce ye Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (Antonio) Guterres jî di vê mijarê de bixebite. Ji ber ku bi Rûsyayê ra peymanên wan hebûn."
Zelenskiy bal kişand ku aliyê Ukraynayê tiştek binpê nekir û wiha got: “Em rê li ber tiştekî nagirin. Me bi Rûsyayê re li hev nekir.
Me bi NY û Tirkiyeyê re peyman çêkir. NY û Tirkiye bi Rûsyayê re li hev kirin. Ev korîdor pêwîst e û kar dike."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin