PeyamaKurd- Li gorî agahiyên herêmî, di çarçoveya operasyonên dersînorî yên Tirkiyeyê de hêzên Tirk xalên PKKê yên li Amediyê dane ber êrîşên topan.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat eşkerekirin ku topvanên ser bi Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) gundê Derelukê yê ser bi navçeya Amediyê ya ser bi Duhokê ve daye ber topan.
Hat diyarkirin ku 2 roj in hêzên ser bi TSKê ve êrîşên bombeyî li dijî gundên Goharz, Balava, Barçi, Sargali, Sgere û Merstakiyê dikin û hat diyarkirin ku ev herêma ku hatiye bombekirin, cara yekemîn e hatiye armanckirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin ragihandin, ev êrîş di nav niştecihên herêmê de bûye sedema xofeke mezin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin