PeyamaKurd – Li 27 parêzgehên Tirkiyê, di çarçoveya lêpirsînên di derbarê dosyeya Cemaeta Gulen de, ji bo desteserkirina 56 kesan operasyon destpê kir.
Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, îro Înê 8ê Cotmeha 2021ê bi daxuyaniyekê diyar kir, di çarçoveya lêkolînên dosyeya Cemaeta Gulen de biryara desteserkirina 56 kesan daye ku di beşa “xizmetên taybet” de ne.
Herwiha hatiye eşkerekirin, ji wan 43 serbazên ku berê ji kar hatine dûrxistin û 13 jî xwendekarên leşkerî bûne.
Serdozgerî di daxuyaniya xwe de destnîşan dike, di çarçoveya vê biryara desteserkirinê de, îro serê sibehê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li 27 parêzgehan dest bi operasyoneke hevdem ji bo girtina wan 56 kesan kirine.
Ajansa fermî ya Tirkiyê daye zanîn, di çarçoveya operasyonên îro de, 8 kes ji serbazên berê li Mêrsînê hatine desteserkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin